Osman Îsmaîlî û Mehmûd Salihî hêj li girtigehê de mane

18:09 - 23 Gulan 2021

Heftiyek ji binçavkirina du çalakvanê kedkar yên xelkê bajarê Seqizê, Osman Îsmaîlî û Mehmûd Salihî derbas bûye û tevî şandina dosyeyên navbiriyan bo dadgeha şoreş a wî bajarî, dema bi rê ve çûna dadgehîkirina wan hêj rohn nebûye.

Nerohniya rewşa wan du çalakvanên kedkarî di halekê de ye ku ew du welatî nexweşiyên cor bi cor û dijwar hene.

Dosyeyên wan du çalakvanên kedkarî ji taya 3 a lêpirsîna dadserya giştî û şoreşa bajarê Seqizê, bo dadgeha şoreş a wî bajarî hatiye şandin.

Roja Yekşemî 26`ê Banemerê, “Osman Îsmaîlî û Mehmûd Salihî”, piştî binçavkirina wan ji aliyê taya 3 a lêpirsîna dadserya giştî û şoreşa bajarê Seqizê û sepandina barmiteyê bo azadkirina demkî, bo girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin. 

Tohmeta ku bi ser wan 2 çalakvanên kedkariyê de sepandine,“propagende li dijî nizam, lidarxistina rêûresma roja cîhaniya kedkaran û belavekirina wêne û vîdiyoyên pêwendîdar bi wê rojê li torên civakî”,hatine ragihandin.

Lêpirsê dosyeya navbiriyan bo azdkirina her yek ji wan, barmiteya 40 milyon Tumenî diyarî kiriye. Ew 2 çalakvanên kedkarî, li derheq wê barimteyê de nerezayetiya xwe nîşan dane û ragihandine ku ti core barimteyekê qebûl nakin.