Osman Îsmaîlî ji aliyê polîsê ewlehî ve hate gazîkirin

18:19 - 2 Gulan 2021

Roja Yekşemî 12`ê Banemer, çalakvanekî kedkarî yê bi navê “Osman Îsmaîlî” yê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê polîsê ewlehî ve hate gazîkirin û lêpirsîn digel navbirî hate kirin.

Ew çalakvanê kedkarî, li damjimêr 9`ê sibêdehê, serdana polîsê ewlehî yê bajarê Seqizê kiribû û bi tohmeta “berêvebirina rêûresma 1`ê May û wênegirtin bi plakarda sor”, lêpirsîn digel navbira hatibû kirin.

 “Osman Îsmaîlî”, piştî 1 demjimêr û nîv hate azadkirin.

Li gor zanyariyên polîsê ewlehî, hukmê gazîkirina wî çalakvanî li roja Şemî 11`ê Banemerê, ji aliyê Dadsitanê bajarê Seqizê ve hatibû dan.