Osman Îsmaîlî bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hate veguhastin

17:06 - 23 Çirriya pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 29`ê Rezberê, “Osman Îsmaîlî”, çalakvanê Kedkarî yê xelkê bajarê Seqizê, piştî rohnbûna tohmeta wî ji aliyê taya 2 a wî bajarî, bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hate veguhastin.

Roja Çarşemî 28`ê Rezberê, ew çalakvanê kedkarî ji aliyê hêzên ewlehî ve li ber deriyê mala xwe hate binçavkirin.

Pêka gotina “Mehmd Salihî”, çalakvanê kedkarî, hêzên ewlehî û kinc şexsî ji sibêdeha roja Çarşemî 28`ê Rezberê ve, cihê kar û mala “Osman Îsmaîlî” xistibûne bin çavedêriyê.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî çalakvanê kedkar de hatiye sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.