“Osman Îsmaîlî” bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin

18:28 - 10 Gulan 2022

Piştînîveroya roja Duşemî 19`ê Banemerê, çalakvanê kedkarî “Osman Îsmaîlî” piştî 9 roj ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Seqizê hate azadkirin.

Ew çalakvanê kedkarî bi danîna barimteya 140 milyon Tumenî bi awayek demkî heya bi dawîhatina qonaxên dadgehîkirinê, ji girtîgeha bajarê Seqizê hate azadkirin.

Tohmeta “piropagende li dijî nizam û têkdana bîrûraya giştî” li dijî wî çalakvanê kedkarî hatiye ragihandin.

Roja Şemî 10`ê Banemerê , ew çalakvanê kedkarî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştre bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin.

Binçavkirina “Osman Îsmaîlî” li devedevê roja cîhanî ya kedkaran bûye û navbirî meha Befranbara sala derbasbûyî, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve, bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê ku bi ser navbirî de hatibû sepandin, bê sûç hatibû nasîn.