“Osman Îsmaîlî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:00 - 28 Çirriya pêşîn 2021

Roja Pênşemî 6`ê Xezelwerê, çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Seqiz“Osman Îsmaîlî”, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê kedkarî bi danîna barimteya 50 milyon Tumenî bi awayeke demkî heya bi dawîhatina qunaxên dadgehîkirina wî, ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

Roja Dûşemî 3`ê Xezelwerê, “Osman Îsmaîlî” ji girtîgeheke ewlehî ya bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Pênşemî 29`ê Xermananê , “Osman” piştî lêpirsînê di taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Seqizê de, bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê veguhastibûn.

Ew çalakvanê kedkariyê li roja Çarşemî 28`ê Xermananê li ber deriyê mala wî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Osman Îsmaîlî” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nine.