Ormî / reniya befrê canê 4 Kolberên Kurd jê sitand

20:23 - 4 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: 4 kolberên Kurd li dewera ser sînoriya Ormî-Kurdistana Bakûr, li sedem reniya befrê canê xwe ji dest dan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; barîna befrik zor û ketina sir û seqem li dewerên çiyayên Azerbaycana rojava- Kurdistana bakûr, canê 4 Kolberên Kurd ji xelkş dewera Mirgewera Ormiyê jê sitand.

Navê wan 4 Kolberên Kurd; Faxir Şîno Dûkane, kurê Ehmed ji xelkê gundê Gêsiyan, Şakir Şîno Dûkane, kurê Ehmed ji xelkê gundê Gêsiyan, Adam Girdîpûr, kurê Mistefa ji xelkê gundê Şêx Zerd û Xebat kurê Mûsa, ji xelkê gundê Dize li dewera Mirgewera Ormî, ragihandine.

Ev 4 Kolberên Kurd li roja Înî, 11ê Rêbendan, bi amanca Kolberî kirinê rû bi gundê Gelêşeya Kurdistana Tirka kiribûn.

Raportêrê Kurdpa li dewera Mirgewer ragihand; can ji dest dana wan 4 Kolberên Kurd, ji aliyê rûniştiyên dewerê hatiye erênî kirin.

Gorekî serekaniyên lokal, ev 4 Kolberê Kurd li gundê Gelêşeya Kurdistana Tirka hatine dîtin û van bi xelkê vî gundî gotiye ku em zûka ye wegerin dewera Ormiyê.

Li sedem nebûna karik hêja û hebûna astengên ekonomik, rûniştiyên herêmên Kurdistanî, bi amanca berev kirina pêjîna jiyana xwe rû bi Kolberiyê kirine û li vê barê de li roj mêzeya kuştin û birîndar bûna Kolberan bi şêlikiya hêzên mîlîtariyên hukûmeta islamiya Îranin.