Opozîsyona Sûriyê: Hikûmeta Beşar Esed Dixwaze Li Hums Gula Xwînê Rê Bixwe

12:58 - 11 Kanûna pêşîn 2011

Kurdpa: Li gor gotinên dijberên Sûriyê, hikûmeta Dîmeşq dixwaze bi rêxistina gula xwînê li bajrê Hums de, nerazî û dijberên xwe çavtirsên bike.


Şêvra Dijberên Hikûmeta Sûriyê roja Înê 09.12.2011-an ragihand me belgeyên zêde hene ku nîşan didin Hikûmeta Esed bi niyaz e tepeserkariyek bi xwîn li bajarê Hums de rê bixwe û eva jî bi armanca bêdengkirina şoreşa Hums û tirsandina dijberên bajarên din e.

Malpera Duwîçiwile di raporek de belav kir li gor gotina Şêvra Dijberên Hikûmeta Sûriyê, zêdetir ji 60 cihên betal ji aliyê hêzên ewlehî ên Sûriyê hatine daxistin û bi hezaran çekdar bi çekên giran û siivik li derdora Hums de cihgir bûne.
Di meşa nerazîbûna roja înê derbazbûyê de zêdetir ji 30 welatiyan hatin kuştin. Zêrevanên Mafê Mirovan li Sûriyê ku navenda wê li Lenden e ragihand ku 10 kes ji wan goriyan xelkê Hums bûn.

Biryar e roja duşem 12.12.2011-an Civata Ewlehî ya Saziya Netewên Yekbûyî bi nirxandina rewşa mafê mirovan li Sûriyê bicive.