Omîd Merûfî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin

18:00 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Di çend rojên derbas bûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê “Omîd Merûfî” xelkê gundê “Aliyava” yê ser bi bajarê Şinoyê piştî dawî hatina heyamê lêkolîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Roja Sêşemî 25ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîş kirne ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” binçavkirin.