Omer Şerîfî Bokanî ji aliyê hêzên ewlehî ve li Tehranê hate binçavkirin

16:31 - 12 Çirriya paşîn 2021

Roja Pêncşemî 20 Xezelwerê, girtiyê berê yê siyayî “Omer Şerîfî Bokanî” ku xelkê Bokanê ye lê di bajarê Tehranê de dijî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Hezên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, êrîşî li ser mala wî welatiyê 70 salî kiribûn û navbirî binçav kirine.

Ev girtiyê berê yê siyasî, piştî binçavkirinê bo ciheke nexuya vegihastine.

Omer Şerîfî Bokanî li sala 1371an a Rojî bi tohmeta “Endambûn li yek ji Partiyên Kurdî ên Opozîsiyona hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dadgeha înqilab a bajarê Mihabadê ve 7 sal girtîgeha “Teizîrî” li ser sepandibûn.

Ew welatîye li sala 1378an a Rojî û piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wî, ji girtîgeha Urmiyê hatibû berdan.

Heya dema belvbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta sepandî li ser navbirî ti zaniyariyek li ber dest nîne.