Nûgihanekî nerazî bi sedema guştina kolberan ku nerizayetiyê xwe nîşan dabû hate desteserkirin

16:48 - 23 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê nûgihanekî nerazî bi sedema guştina kolberên bajarê Merîwanê ku nerizayetiyên xwe nîşan dabû hate desteserkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja yekşemî 1`ê Befranbarê, nûgihanek yê xelkê bajarê Merîwanê bi navê “Mîlad Feyzîpûr” temen 15 salî, di destpêka bolvara Bê`iset ya bajarê Merîwanê ji aliyên hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên îtila`atê di dema desteserkirina wî nûgihanê de, nevbirî azar û îşkence kirin e.

Ew nûgihanê Kurd bi hilgirtina pila kart, li derheq guştina kolber û can ji dest dana “Ferhad û Azad Xusrewî” du kolberên Kurd yên xelkê gundê “nê” ku bi sedema sir û segemê di dema kolberiyê de canê xwe ji dest dabûn, dijkiryar nîşan da.  

Roja Înê, 29`ê Sermawezê, termê “Ferhad Xusrewî”, kolberê temen 14 salî yê xelkê gundê “nê” ya ser bi bajarê Merîwanê, piştî 4 roj li pey gerîna berdewamî di geviya “Tete” ya bajarê Hewramanê de hate peydakirin.