Nûgihanekî Kurd li bajarê Serdeştê hate binçavkirin

18:31 - 8 Îlon 2021

Roja Sêşemî 16`ê Xermananê, nûgihanekî Kurd ê bi navê “Mihemed Ferdanî” temen 15 salî kurê Resûl û xelkê  bajarê “Mîrava” yê girêdayê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîş kirin ser mala wî nûgihanî û navbirî binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehî ew nûgihane bi tohmeta “Alîgirî li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” binçavkirine.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, ji qeder û cihê ragirtina “Mihemed Ferdanî” ti zanyariyek ji ber dest nîne.