Nûciwanekî temen 16 salî bi sedema teqeya hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da

16:27 - 1 Çirriya paşîn 2022

Êvareya Yekşemî 8`ê Xezelwerê, nûciwanê temen 16 salî yê bi navê “Komar Deruftade” û kurê Hesen, li meşa xwenîşandana bajarê Pîranşarê bi sedema teqeya hêzên ewlehî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bo “Kurdpa”yê re da zanîn ku, ew nûciwanê Kurd li meşa xwenîşandanê li “Kemerbendî” ya wî bajarî ji nêzîk ve ji aliyê hêzên ewlehî ve teqe lê hatibû kirin. 

“Komar Deruftade” dersxwanê pola yazdeh ya paşnavendî û fakulteya hesabdariyê dixwand”.

Navbirî li yek ji storiyên tora Înistagirama xwe de helbest, ji “Nişat Hemdan” belav kiribû û nivîsîbû: “Em xelkê Rojhilata Navîn in. Hinek ji me di nav şer de tên kuştin, hinek ji me di girtîgehê de, hinek ji me li  ser şeqaman dimrin, hinek ji me di nav behrê de dixenqin. Heta çiyayên bilind jî tola tenêtiya xwe li me hildide, çimkî karê me mirin e”.