Nuciwanekî temen 12 salî dawî bi jiyana xwe anî

18:27 - 21 Kanûna pêşîn 2020

30ê Sermawezê, nuciwanekî temen 12 salî yê bi navê “Mihemed Veysî” kurê Hesen û xelkê gundê “Cocar” ê ser bi Selasa Bawecanî, dawî bi jiyana xwe anî.  

Ew nuciwanê temen 12 salî, ji rêya xwexendiqandinê ve, dawî bi jiyana xwe aniye.

Heya niha ji sedema xwekuştina wî nuciwanê Kurd ti zanyariyek bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re nehatiye ragihandin.

Di vê derheqê de, çend rojan beriya niha keçeke nuciwan ya bi navê “Sara Mihemedî” ya temen 12 salî keça “Luqman” û xelkê bajarê Miyanduavê bi awayeke nexuya dawî bi jiyana xwe anî.

Ji aliyekî din ve, rêkevta 24ê Sermawezê, keçek temen 15e sale ya bi navê “Mahek Melikzade” xelkê bajarê Bokanê, bi sedema xwe avêtin ji bilindahiyê ve li ser “pirê”, piştî çend rojan, di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.