Nûciwanekî Kurd li bajarê Şinoyê û welatiyekî li bajarê Seqizê dawî bi jiyana xwe anîn
18:28 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2022
Roja Duşemî 3ê Gelawêjê, nûciwanekî temen 14 salî yê bi navê “Ariya Cangulî” kurê “Emîr” xelkê gundê “Sîngan” û rûniştiyê bajarê “Şino”yê bi sedemek nexuya dawî bi jiyana xwe anî.
Ew welatî bi rêya xwe bidarvekirinê dawî bi jiyana xwe anîniye û heta niha termê wî radestî malbata wî nehatiye kirin.
Ji aliyek din ve, çend roj berî niha welatiyekî xelkê “Seqiz”ê yê bi navê “Wefa Elyasî” bi sedema hejarî û destkurtiyê dawî bi jiyana xwe anîbû.