Nûciwanekî 12 salî û ciwanek 21 salî dawî bi jiyana xwe anîn

18:25 - 24 Gulan 2022

Roja Yekşemî 1`ê Cozerdanê, nûciwanê 12 salî yê bi navê “Mihemed Badire”ê kurê “Ebdulla” xelkê bajarê Merîwanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Wî nûciwanî bi rêya xwe lidar vekirinê, dawî bi jiyana xwe aniye û heta niha ji sedema xwekujiya wî nûciwanî ti zaniyariyek jiber dest tune ye.

Ji aliyê din ve, roja Duşemî 4`ê Cozerdanê, ciwanê 21 salî yê bi navê “Erdîn Qizilbaş”, kurê Rehîm û xelkê gundê “Makûkend”a girêdayê bajarê Urmiye, dawî bi jiyana xwe aniye. Wî ciwanî jî ji rêya xwelidarvekirinê dawî bi jiyana xwe aniye.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 19`ê Banemerê, nûciwanê 16 salî yê bi navê “Pûriya Adil” kurê “Rizwan” û xelkê gundê “Dariyan”ê û rûniştiyê bajarê Pawê, bi sedemek nexuya, dawî bi jiyana xwe anî bû.