Nûciwanek xelkê bajarê Seqizê dawî bi jiyana xwe anî

17:52 - 30 Kanûna pêşîn 2021

Roja Çarşemî 8ê Befranbarê, nûciwanek ê bi navê “Nîma Xusrewî” kurê “Nasir” xelkê bajarê Seqizê hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew ciwane bi sedeam pirsgirêkên komelayetiyê hewla xwekujiyê daye. 

Ew nûciwane ji rêya xwe lidarvekirinê dawî bi jiyana xwe anî.

Di wê derheqê de, roja Şemî 20ê Sermawezê, nûciwanek a bi navê “Dîmen Bayezîdî”, keça “Îsmaîl” û xelkê bajarê Mihabadê, bi sedemek nexuya dawî bi jiyana xwe anî.

Ew nûciwana bi rêya xwarina hebên “birinc” dawî bi jiyana xwe aniye.