Nûciwanek temen 16 salî dawî bi jiyana xwe anî
17:19 - 10 Kanûna Paşîn 2022
Roja Yekşemî 19ê Befranbarê, nûciwanek bi navê “Mihemed Qefarî”, kurê “Şehram” û temen 16 salî li gundê “Bend” ê ser bi bajarê Urmiyê bi çeka nêçîrvaniyê dawî bi jiyana xwe anî.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew nûciwane bi sedema pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.
Her di vê derheqê de roja Çarşemî 15ê Befranbarê, nûciwanek ê bi navê “Spêhr Ahenî” temen 16 salî û xelkê bajarê Seqizê dawî bi jiyana xwe anî.