Nivîskarekî Kurd nikare pirtûkên xwe çap bike

21:36 - 27 Kanûna pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Nivîskarekî Kurd rûniştiyê bajarê Qurwê, bi sedema destengiyê nikare berhemên xwe çap bike.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, nivîskarekî Kurd bi navê Mihemed Kazim Mefaxirî, rûniştiyê Qurwe ku ji temenê 16 saliyê ve di warê edebiyatê de lêkolîn kirine, heya niha jî nekariye berhemên xwe çap bike.

Yeyem berhema navbirî kitêbek e li jêr navê metelên navdewletî, (Kurdî, Farsî) ku di dehka 80`î de hatine çap û belavkirin.

Ferhenga peyvan ya Zagros ku sercem hûrde çand û diyalektên Zagrosê bi xwe ve girtine, romana 500 rûpelî ya bi navê “Çîrpkên Kurdî” û pirtûka “Navên navçeyên bajarê Qurwe”, ji berhemên vî nivîskarê Kurd in. Lê navbirî bi sedema vê ku şiyana madî tunebûye, nikare wan çap bike.

Wî nivîskarê Kurd gotiye: “Min 39 sal temenê xwe bona xizmetkirina bi çanda Zagrosê daniye, û tenê daxwaza min ji dilsoj û dezgehên çapa Zagrosê ew e ku hevkariya madî bikin da ku bikarim berhemên xwe çap bikim”.

Îsal de cejna Şeva Yelda de bi hewla dilsoj û çalakên Qurweyî û civata Awing û çîsta rêz ji zehmet û tekoşîna 39 salan ya vî nivîskarê Kurd hate girtin.

Navbirî div ê cejnê de tendîsa salane ya Henar pê hate bexşîn.

Mihemed Kazim Mefaxirî sala 1341`an li gundê Girdmîran a Leylaxê li malbateke desteng de ji dayîk bû.