Nivîskareka Kurd di Bajarê Kelardeşt a Mazenderanê de hate desteserkirinê

17:30 - 28 Çirriya paşîn 2019

Aajansa Kurdpa: Nivîskar û çalakvana medenî ya Kurd li bajarê Kelardeşt a girêdayî parêzgeha Mazenderanê, hate desteserkirinê.

Roja Duşemî, 27`ê Xezelwerê, “Mojgan Kawûsî”, nivîskar û çalakvana medenî ya Kurd a xelkê Kelardeşt a ser bi parêzgeha Mazenderanê, ji aliyê hêzên îtla`atê ve hate desteserkirin û ji qedera navbirî, ti zanînek ji ber dest, nîne.

pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtla`atê, êrîşî ser mala “Mojgan”ê kirine û bê nîşandana ti belgeyekî yasayî, navbirî desteserkirine.

Her wê çavkaniyê bas kiriye ku, ew nivîskare, bi tohmeta vê ku “di torên civakî de piştewanî li xwenîşandanên nerazî yên li bajarên Kurdistanê kiriye” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin.

Heya niha, li pey ketina malbata “Kawûsî” bo agehdar bûn ji qedera “Mojgan”ê, bê encam mane.

“Mojgan Kawûsî”, çalakvana medenî ya bajarê Kelardeştê û ji aliyê çandî û hûnerî de çalakî hebye. Navbirî, amadekar, nivîskar û derhênerê kurte fîlma “Hîwî” ye ku dêkomêntarekî çirokiye li derheq metirsiya jinavçûna zimanê Kurdî di bajarê Kelardeştê de.

Tîzera kurte filma “Hîwa”

Dêkomentarekî çîrokiye li derheq metirsiya jinavçûna zimanê Kurdî di bajarê Kelardeşt a girêdayê parêzgeha Mazenderanê

Amadekar, nivîskar û derhêner: “Mojgan Kawûsî”