Nivîskarek Mihabadî bo careke din hat zîndanî kirin

15:28 - 28 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Nivîskar û helbestvanekî Kurd yê xelkê Mihabadê bo derbas kirian hukmê xwe bo girtîgeha Mihbadê gazî kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Yeqûb Xizrî çalakê çandî û xwendekarî ku di meha Gulana sala 2012’an de tevî çend rojnamenivîs û çalakên xwendekarî yên bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên Îdareya Îttlat a vî bajarî hatibû girtin, jibo derbas kirina hukmê 1 sal û 6 meh zîndana xwe,bo zîndana bajarê Mihabadê hat şandin.

Çalakê çandî Yeqûb Xizrî di meha Çirîya Paşîn a 2012’an bi tawana “pêkanina civînan li dijî dewletê û xebat li dijî tenahiya netewî” ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Mihabadê bi 3’ê sal û 6 mehan zîndanê hatibû mehkûm kirin ku 2 sal ji hukmê vî bo heyamê 5 salan bi awayek helawêstî dimîne.

Yeqûb Xizrî xwendekarê karnasiya bilind û yek ji endamên navenda wêjeyî a bajarê Mihabadê û her wiha mamostayê xwendingehên bajarê Mihabadê bû, ku bi biryara rasterast a lêjneya 2pêragehiştin bi tawanên Îdarî2li ser kar hat derkirin.

Wêblag nivîsê kurd roja 24’ê Çirîya paşîn a 2012’an tewî Omîd Qadirî Eqdem û Cemal Qadirnejad, ji aliyê Îdareya Îttlat a vî bajarî hatin girtin û piştre bi danana barimteya 80’ê milyon timenî hatin azad kirin.