Nîkbext: Yasaya Bingehîn a Îranê neadilane ye

14:16 - 25 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Peyamnêrê taybet bi Saziya Mafên Mrovan ligel Mohemmed Salih Nîkbext -Parêzerê Kurd li welatê Îranê hevpeyvînek pêk anîbû ku di kovara Farisî a“Hiqûq Ma”(mafên me) de belav bûye. Mijara Sereke ya kovarê di wê gotûbêjê de sînorên şexsî (herêma xusûsî) bûye.

Mohemmed Salih Nîkbext destpêka axaftina xwe de wiha gotiye: Piraniya qanûnên îro yên Îranê di çarçoveya Yasaya Bingehîn a wî welatî de cih digrin. Herwiha mebesta Nîkbext ji bikaranîna peyva “hindek yan hejmarek”, parastina maf û azadiyên hemwelatiyan e.

Ew wekîlê dozgeriya Îranê, esla 20’em a“Makqanûna Îranê” sînordar kirina esla 19’em a heman qanûnê dihesibîne. Ew yasaya Bingehîn dibêje: Xelkê Îranê ji her Netewe û eşîretekî bin ( tenê di gotinê de) wek vê ku mafekî vekhev hebin dibîne.

Nîkbext ser vê baweriyê ye ku mafên jinan û peyrewên Îslamê ên Sune, du arîşeyên serke ên Îranê ne ku tim nîqaş li ser tê kirin û dibêje: Piraniya jinan û peyrewên mezheba Sune li Îranê, ji birêvebirina kar û barên qezayî, leşkerî û siyasî hatine bêpar kirin.

\"24952.jpg\"
Mohemmed Salih Nîkbext: Binpêkirina mafên jinan û Suneyan li Îranê kosp û astengiyan diafirîne
Salih Nîkbext, parlamentoya hikûmeta Îslamiya Îranê û pêkhateya wê (bo pirsa ne dadmendane ya Yasaya Bigehîn a welatê Îranê) mînak tîne û bi wî awayî bilêv dike:“Di 36 sal temenê hikûmeta (Xumênî û melayan de) heya yek parlamterê mezheba Sune di nava heyeta rêveberiya parlamentoya wî welatî de bi cih nebûye.”

Bi gotina wî parêzerê Kurd, hindek ji madeyên Yasaya Bingehîn ku hatine sînordar kirin, di rastî de çêkirina astengiyan ji aliyê dewltê ve ye, bo vê yekê ku ew yasa neyên cîbicî kirn.

Armanca Nîkbext ji gotina derbas bûyî, xala 168’an a Yasaya Bingehîn a Îranê ye ku bi yasayeke adî hatiye sînordar kirin; erê kirina yasaya cezayê siyasetmadaran û qanûna cî bi cî kirina “Zimanê Zikmakî”bi sedema wê destûrnamê nayên bi rêve birin.

Navborî di bersiva vê pirsê de Gelo! pirsgirêk bi pinpêkirina yasayê re elaqedar dibin yan birêvebirina qanûnan xirb e ? gotiye: Car wisa dibe karbidestên hikûmî û birêveberên yasayên welatê Îranê xwe têkelî sînorên şexsî ên welatiyan dikin. Bo mînak; destdirêjî bi jiyana kes yan şexsan ku ev bi xwe hewceyî bi nerîneke zaniyarane ya civakî û çandî heye. Tevahiya yasayan nemaze yasayên cezakirinê di haletên ku bi jiyana teke kesî elaqedar dibin( li her temen û regezî de be) destdirêjî tê kirin û sînorên şexsî tên şikandin; di demekê de ku qanonek bo wan pirsan li Îranê nehatiye pejirandin.

Naveroka kamîl ya vê hevpeyvînê li hejmara 5’em a kovara Farisî ya “Hiqûqê Ma” (mafên me) de bixwînin.