Nêzî 200 kedkarên kompaniya Rampko, zêdetir li çend mehe ku heqdest wernegirtine

17:39 - 9 Adar 2020

Hejmarek ji kedkarên kompaniya Rampko a bajarê Îlamê, basa vê yek kirine ku perê çend mehan a heqdesên wan ji aliyê xwediyê wê kompaniyayê ve  nehatiye danê.

Ew kedkarane ku hejmara wan 190 kes dibin, bas ji vê yekê dikin ku heqdestê me di yek sala derbasbûyî de bi awayekî “Elel hisab” hatiye danê û heya niha perê çend meha nedane me.

Ew kedkarane bi awayekî girêbest di beşa çêkirina (Te`imîrat) de mijûlê kar in û dibêjin, em tevl wê girêbesta çend meh û nedana pereyê me, ne tenê me ewlehiya karî tineye, belkî di dema xwe de heqdestê me jî nadin.