Nexweşxaneya kevin a bajarê Kirmaşanê di egera hiluşandinê de ye

15:20 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Berpirsê Saziya Mîrata kultûrî bas ji egera hiluşîndina nexweşxaneya 200 salî ya Mesîh, ji aliyê xwediyên nexweşxaniyê ve kir.

Elî Esxer Mûnsan, di nameyekî de bo Wezîrê Bêhdaşt, daxwazkarî kiribû ku, derfeta guherîna karberiya Nexweşxaneya dîrokî ya “Mesîh” a bajarê Kirmaşan ji xwediyên nexweşxanê re nedin.

Berpirsê Saziya Mîrata kultûrî li bajarê Kirmaşan, di nameyêke de bo Seîd Nimekî bas ji pêşîgirtina hiluşîna nexwewşxaneya “Mesîh” a bajarê Kirmaşanê kiriye.

Di nameya Berpirsê Saziya Mîrata kultûriyên bajarê Kirmaşanê de hatiye: “Di wê dawiyê de, xwediyên nexweşxaneya Mesîh ya 200 salî a bajarê Kirmaşanê, ji rêya dîwana Dad a îdarî ye ve, li hewla tomarkirina bo hiluşîna wî cihê dîrokî bûne.

Herwisa Elî Esxer Mûnsan, di nama xwe de basa binirxbûna wî cihê dîrokî kiriye û ragihandiye: “Hiluşîna ew avahî dîrokiye, bingeha wî bo avakirinê baş nîne û digel bingehên kultûrî, dîrokî, û zanistin îroyî natebaye.