Nexuyabûna qedera welatiyekî Kurd piştî 5 mehan

17:51 - 20 Tebax 2022

Tevî derbasbûna 5 meh û 8 rojan bi ser nexuyabûna welatiyekî Kurd yê bi navê “Keywan Rostemî” kurê “Elî Ekber” xelkê gundê “Mêrav” yê girêdayî devera “Jawero” ya ser bi bajarê “Sinê” heta niha qedera wî nexuya ye.

Yek ji kesên nêzî wî welatiyê Kurd li derheq nexuyabûna “Keywan Rostemî” ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye, şeva 10 Xakelêweyê, “Keywan” piştî çûneder ji mala xwe heta niha bêser bûye û malbata wî serdana hemû navendên ewlehî kirine, lê ti bersivek di vê derheqê de bidestve neanîne.

Herwisa çavkaniya agehdar daye zanîn ku: Malbata “Rostemî” bona agehdar bûn ji qedera kurê xwe çendîn caran serdana îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran a bajarê “Sinê” kirine, lê hewlên wan bê encam maye.

Çavkaniya agehdar ragihandiye: Heta malbata “Keywan Rostemî” wêneya kurê xwe birine “Polîsa Agahî” û nexweşxaneyan, ku di egera peydabûna her nîşanek ji kurê wan malbata wî haydar bikin.

Çavkaniya agehdar di dawiyê de ragihandiye ku, malbata “Rostemî” tenê guman ji navendên ewlehî û îtilaatî hene û wan navendan kurê wan binçav kiribin.

Berê jî “Kurpa”yê pêka zanyariyên çavkaniyek agehdar dabû zanîn ku, “Keywan Rostemî” di pêwendiyek telefûnî de ji malbata xwe re ragihandibû ku li girtîgeha îtilaata bajarê “Sinê” de ye.

Keywan Rostemî 29 salî ye û soba ye.