Newsûd, 2 kolber bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hatine birîndar kirin

17:16 - 3 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 11ê Sermawezê 2 Kolberên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li ser sînorê “Newsûd”ê birîndar bûn û bo tedawiya pizîşkî bo navendên tendûristiyê hatine veguhastin.

Hêzên leşkerî yên ser bi hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqe li komek Kolberan kirine û ew 2 Kolber birîndar kirine.

Pêka çavkaniyek agehdar yek ji wan Kolberên birîndar ji bilindahiyê berbûye û bi dijwarî birîndar bûye.

Heta niha nasnameya wan 2 Kolberan bo “Kurdpa”yê rohn nebûye.

Ew 2 Kolber piştî wê bûyerê bo çareseriya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî hatine veguhastin.