Newroz weke rojeke cîhanî li “UNESCO”yê hate tomarkirin

16:14 - 1 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina Zanistî û Çandî ya ser bi NY, yê naskirî bi UNESCO, di biryara xwe ya dawiyê de roja Newrozê weke rojeke cîhanî tomar kir.

Piştî derbazbûna çendîn salan bi ser dexwaza tomatkirina roja Nwrozê weke rojeke cîhanî, roja Duşemî berwarê 28’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, vê saziyê li ser daxwaza 12 welatên cîhanê, Newroz weke rojeke cîhanî tomar kir.

Welatên weke Hênd, Komara Azerbaycan, Ozbekistan, Pakistan, Turkiyê, Qêrqîzistan, Îran, Efxanistan û Tacîkstanê daxwaza tomarkirina Newrozê di UNESCO yê de kiribûn.

Ev kombûn ku roja Duşemiyê li Ebûzebî ya serbajarê Îmaretên Yekbûyî yê Erebî hate lidarxistin, 7 welatên daxwazkar ên weke Hênd, Komara Azerbaycan, Ozbekistan, Pakistan, Turkiyê, Qêrqîzistan, Îran têde pişikdar bûn, lê her du welatên Efxanistan û Tacîkistan, di vê civînê de ne berhev bûn.

Tê gotin ku bi sedema vê ku welatê Efxanistanê di dema nêzîk de tevlî vê konwansyonê bûye, nekariye xwe bona pişikdariya div ê keysê de berhev bike.