Newroz li Paweyê bi aweyekî ciyawaztir

16:09 - 23 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Nîçîrwanên Paweya rojhilatê Kurdistanê di destpêka Newrozê de, dev ji nêçîra kevan berdan û bi hêviya azdiya kesên bindest ew bi xwezaya xweşik a buharê re ji qefesan azad kirin.

Li gor raporta ajnsa nûçegihaniya Kurdpa, nêçîrwanên gundê “Zerdûyî”ê ser bi Paweya rojhilatê Kurdistanê, di destpêka buharê û pîrozbahiyên Newrozê de, ajalên kovî jî, ji xweşiya vê rojê bêpar nehîşt in. Wan ew kevokên ku bi salan li qefesan bi dîl hatibûn girtin, azad kirin û ber bi xwezayeke bêsînor birê kirin.

Di wê merasîma aşîtî ligel xwezayê de, 20 qefesên kevan û 2 jî yên teyrên Baz hatin şewitandin û ew firendeyên hezkiriyên suriştê jî serbest hatin berdan.

Yek ji şêniyên gundê navborî peyamnêrê kurdpa re got: “Armanca me ji wî karî aşîtî kirin ligel xwezayê û parastina jiyana ajlan e.”

Hat ragihandin, merasîm bi pêşwaziya germ a şênî û rûniştiyên gundê “Zerdûyî” re rû bi rû ma. Gundiyan hemû qefes şikandin û bi girêdana peymanê bi xwezayê re tevahiya firendeyan azad kirin.

Hemwelatiyên Kurd bi avayên cihê reng hestên xwe bi siruştê re didin nîşan dan. Bi awayekî ku di du salên borî de bi çalakiyên parastina jîngeh û ekolojî wek; dev berdan ji nêçîrê (tevî qazancên vê), şikandina qefesan, azadkirna firende û çivîkan, herwiha paqijkirina xwezayê ji zibilan û bi şûnde çandina daran, peymana xwe bi siruştê re dan girêdan.

Hêjayî gotinê ye di wan hestên bi coş ên welatiyan de, hikûmeta Îranê ne tenê tu beşdariyan nake, belkî di demên agir pêketin daristan û zozanên Kurdistanê jî (bi sedemên nediyar û bi pilan de) di vemirandina agir de, bi hemwelatiyan re nabe alîkar.

\"25567.jpg\"

\"25568.jpg\"

\"25570.jpg\"