Newroz li Kirmaşanê +Wêne

21:26 - 26 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Merasîma taybet bi Newrozê ji aliyê mêwan û şêniyên Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê ve, bi gerandina guvendê û pêxistina agir li gundekî vê parêzgehê birê ve çû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, destpêka Newrzê li gundê “San Rostem”, ê ser bi Kirmaşanê rêûresmeke taybet bi wê roja dîrokî hat lidarxistin. Di wî merasîmê de rûniştiyên bajarên Hersîn, Kengawer, Sehne û gundê Celalwend ê ser bi Kirmaşanê beşdarî kirin.

Destpêkê Seyîd Mêhrdad bi tembûra xwe kilamek got. piştre Elî Nezerî li ser wêje û edebiyata Kurdî axaftinek pêşkêşî beşdaran kir.

Ehûra û Elî Nezerî, Sêyîd Qasim Orjeng, Mêhdî Mahî Deştî, Areş Efzelî, Pêjman Aqayî, Elî Darayî û Şehram Rizayî ji wan helbestvanan e ku di wê merasîmê de helbestên xwe yên xweşik pêşkêşkirin.

Di berdewamiya wê cejnê de, sirûdek ji aliyê hemwelatiyekî Hemedanê ve hat xwendin û coş da girseyê.

Encama merasîmê bi pêxistina agir û gerandina guvendê, ji aliyê zarok, ciwan û kal û pîran ve bi dihol û zurneyan bi dawî bû.

Gundê San Rostem (kevirê Rostem) di 64km bakûrê kirmaşanê û 11km gundê “Bujan” navbera du gundên “Qela Miskere” û “Çinar” ; teniş çemê Cizman li devera Celalwend bi cih bûye.
Pêxistina agirê Newrozê evsal di tevahiya deverên rojhilatê Kurdistanê, di atmosfereke kamil a ewlehî û polîsî de, ruxma gefên hikûmetê bi awayekî girseyî birê ve çû.

Wêne: Mêhdî Mahîdeştî

\"25701.jpg\"

\"25700.jpg\"

\"25702.jpg\"

\"25639.jpg\"

\"25705.jpg\"

\"25703.jpg\"

\"25704.jpg\"

\"25706.jpg\"