NETEWEYÊN HEVGIRTÎ: RENGE PEVÇON LI KAMPA “EŞREF”Ê ÇÊ BE

15:59 - 11 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hijmarek ji Şêwrimendên Mafên Mirovên Neteweyên Hevgirtî dan xuyakirin, renge seva “Eşrefê” Pevçon pêk bê.

Nûçegihaniya Firansayê belavkir, Wezareta Derveya Amerîkayê û Saziya Neteweyên Hevgirtî, ji dîsa çênebûna şer li Eşrefê hewlên xwe gurandine.

Heyamê salek beriya niha Sipaya Îraqê bi biryara Serokwezîrê we welatê êrîşa ser Eşref kirin ku di encam de 30 kes bûne qurbanî.

Ev helwêsta Neteweyên Hevgirtî di demekê de ye ku Dewleta Îraqê daye xuyanê ku hekî Eşrefî li gor gotina me şûna xwe neguherin, yê alozî li hev bê.

Nûçegihaniya “Reuters” belavkir, Şewirmendê Ewlehiya Îraqê daxuyandiye ku dema Eşrefiyan bi dawî hatiye û divê ev biryar cîbicî be.

Berîtir Endamên wê kampê gotibûn Veguhastina me ji bo kampa “Lîbertiyê” nîşaneya dest hilgirtina me ji hewcehiyên Mirovanî ye.