Neroniya sernivîsa Dana Lencavayî paşî 1 heyv ji girtinê

12:19 - 26 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Dana Lencavayî, xebatkarê xwendekarê Kurdê ji xelkê şarê Merîwan, paşî 1 heyv ji girtinê, heya niha sernivîsa vî ron nebûye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Dana Lencavayî, xebatkarê xwendekariyê û yekik ji endamên Encumena Sewza çiyayê Merîwan, ku 5ê Rêbendana îsal de ji aliyê hêzên ewlehiyê li cê kar kirina vî de li şarê Merîwanê hate girtinê, sernivîsa vî nerone.

Ev xebatkarê Kurd, li 6ê Rêbendana îsal, paşî 1 roj ji girtinê, ji aliyê ajanên ewlehiyê bi şarê Sinê hate raguhastin.

\"18497.jpg\"
Dana Lencavayî paşî 31 roj ji girtinê, sernivîsa vî nerone
Bi gotina kesik nêzî malbata Dana Lencavayî, serewey bi dû çona malbata vî xebatkarê xwendekariyê seba sernivîsa kurê xwe, heya niha rewşa vî û cê ragirtina vî ron nebûye.

Bi dû girtina Dana Lencabadî, sîpelik pana bang kirin û jêpirsîn ji xebatkarên xwendekariyê bi dezgehên ewlehiyê despê kir û li vê barê de Soran Danişwer, Areş Molûdî û Hêmin Bêyglerî, bang kirin û ketin ber jêpirsînan.

Çend roj paştir li 8ê Rêbendan, 3ê xebatkarê zanîngeha Peyam ê Nûr li şarê Merîwan bi navên Dana Emînî, xwendekarê sosyolojî, Soran Rawiş, xwendekarê pişka werzigarî û Mêysem Cewanmerdî, xwendekarê sosyolojî, ji doma xwendinê, bêpar kirin.

Tê gotin ev xebatkarên xwendekariyê, bi hegera pişkdarî kirin li xweşanî dana şarê Merîwan, dij bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd, tûşî bandorên dezgehên êminiya hukûmeta islamiya Îranê bûne.