Neroniya çarenûsa welatiyik 70 salî ji xelkê Silêmanî li girtîgeha Recayî Şehra Kerec

16:32 - 20 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik kal ji xelkê şarê Silêmanî midê 20 salane li girtîgeha Recayî Şehra Kerec bi hegerk neron hatiye ragirtin.

Gorekê raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, welatiyik ji xelkê Silêmanî bi navê “ Meirûf Kerîm” binav kirî bi “ Hecî Kerîm” midê 20salane li girtîgeha Recayî Şehra Kerec li hewsê deye û çarenûsa vî her neron maye.

Yekik ji girtiyên li Recayî Şehra Kerec bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, Hecî Kerîm 70 saliye û tûşî ixtiyariyê bûye û hevbendên vî akikarî û xizmeta vî dikin.

Wî girtiyî ragihand jî, Meirûf Kerîm li midê wan 20 salan de ku li girtîgeha Recayî Şehra Kercê de hatiye ragirtin, çi agadariyik ji çarenûsa binemala xwe çinine.

Her wisa welatiyik din yê xelkê şarê Silêmanî bi navê” Elî Ehmed Silêman” ku sala 1384 li herêma Tergewera Ormî hatibû girtin pêş niha bi sêdare dan hatibû mehkum kirin û paşî ji aliyê dadgeha pêdeçona parêzgehê ew hukma hat piştrast kirin.