Nerohniya qedera du welatiyên xelkê bajarê Baneyê di girtîgeha Îtlaatê de

17:35 - 3 Kanûna pêşîn 2020

Du welatiyên Kurd yên bi navên, “Vahîd Ebaszade û Rehman Resûlî” xelkê bajarê Baneyê, her di girtîgeha hêzên ewlehî yên hikûmetê de ne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirina xwe de, çend caran pêwendiya telefonî digel malbata xwe girtine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar da zanîn: “Malbata wan ti zanyariyek ji cihê ragirtina wan du welatiyan çinînin.

Roja Şemî 1ê Sermawezê, “Vahîd Ebaszade” temen 35 salî kurê Osman û xelkê gundê “Kewpêça xwarê” yê ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Çarşemî 5ê Sermawezê, “Rehman Resûlî” kurê Rehîm, temen 45 salî û xelkê gundê “Bilesen” yê ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedem û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest nîne.