Nêçîrvan Me`irûfî welatiyê nerazî li derheq qetla hikûmetî ya Jîna Emînî li nexweşxaneya Tewrêzê hat razandin

18:56 - 18 Îlon 2022

Nêçîrvan Me`irûfî temen 18 salî û kurê Xalid û xelkê Tircana ser bi bajarê Seqizê ku di nerazîbûnên li derheq qetla hikûmetî li ber deriyê Fermandariya bajarê Seqizê birîndar bûye û bona tedawiyên pîzişkî bo nexweşxaneyeka Tewrêzê hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd bi sebeba ber kevtina goleyên saçimeyî, çavên wî birîndar bûne û roja Yekşemî 27`ê Xermananê di yek ji nexweşxaneyên Tewrêzê neştegerî bo hat encam dan.

Wê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Nêçîrvan Me`irûfî serbaz e û ev heyama çend rojan e hatiye mirexesiyê.

Roja Şemî 26`ê Xermananê, kombûnên nerazîbûnên li derheq qetla hikûmetî ya Jîna Emînî li ber deriyê Fermandariya Seqizê, di dema texulkirina hêzên dije şoreş û ewlehî de alozî çê bibû.

Di wan nerazîbûnan de nêzî dehan welatiyên nerazî li derheq qetla hikûmetî ya Jîna Emînî li ber deriyê Fermandariya bajarê Seqizê birîndar bûn û xelkê ji perestaran daxwazkirin da ku li malan de çareseriyên pîzikî encam bidin.

Herwisa welatiyên nerazî ji tirsa binavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve, ji çûna bo navendên dermanî bona tedawiyên pîzişkî xwe diparêzin.

Roja Înê 25`ê Xermananê, Jîna(Mehsa) Emînî temen 22 salî û xelkê bajarê Seqizê di encama lêxistina hêzên geşta îrşadê hişiyara xwe jidest dabû û li nexweşxaneya Kesra ya Tehranê cane xwe jidest da û roja Şemî 26`ê Xermananê termê wê bi amadebûna xelkek zêde li gorsitana Ayçî a Seqizê bi axê hat spartin.