Nazim Debax: Hewce ye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, li hemberî hêzên Kurdî yên Îranê helwêst hebe

21:37 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Nazm Debax nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, di gotûbêjekê de gotiye ku Hikûmeta Îranê ji bo carekê jî bi bê hincet sînorên Îraqê yên li Herêma Kurdistanê de topbaran nekirine û gotiye ku hekî xwediyê cihekî pirsgirêkan ji bo derdorê dirust bike, dibe vî cihî biterkîne.

“Nazim Debax” nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Tehranê derheqê topbaranên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên ji aliyê Îranê ve gotiye ku: Heta hêzên Kurdî yên opozisyonên Îranê li dijî hikûmeta Îranê çalakiyan encam nedin, hikûmeta Îranê jî di bersivê de sînorên Herêma Kurdistanê topbaran nake, û tekez jî kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewce ye ku derheqê van hêzên Kurdî yên Îranê xwedîhelwêst be.

Navbirî gotiye ku: “Ez bi xatircemî ve dibêjim hemî deman topbaranên Îranê li hemberî çalakiyên hêzên opozisyonên Kurd de bûye.

Her di vê derheqê de, “Nêçîrvan Barzanî” Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotiye ku: Emê digel van aliyan biaxivin, lê dibe ku digel aliyê beramber yê Kurd jî biaxvin ku rewşa yasayî a Herêma Kurdistanê berçav bigrin, û çalakiyan li dijî Îranê û Turkiyê encam nedin.

Navbirî derheqê sekinadina çalakiyên aliyên opozisyon de gotiye ku: Ez tenê nûnerê Herêma Kurdistanê me û bes, û karê min veguhastina peyamên her du aliyan e, û hikûmeta Îranê berdewam dibêje li hemberî çalakiyên van partiyan de bêdeng nabin, herwisa vî nûnerê Herêma Kurdsitanê gotiye ku, hebûna hêzên Kurdî yên opozisyon Kurd yên Îranê di Herêma Kurdistanê de xwastek e ku tu demî bi dilê me nebûye, û hebûna van hêzan e ku bûne sedem hikûmeta Îranê sînorên me topbaran bike.

“Nazim Debax” gotiye ku, riya çareseriyê ev e ku hêzên Kurdî rêz ji yasayên navdewletî yên derheqê pasartina dewletên cîran bigre, û em nabêjin ku dibe ev ji xetaka xwe vekişin, belku ev mafê wan e, û em dibêjin ku her du alî çi hêzên Kurd û çi jî Komara Îslamî ya Îranê be, ji yektir têbigehîjin û li gora yasa û desturê, mafê siyasî û medenî û kulturî ji bo van dabîn bikin.

Herwisa tekez jî kiriye ku em nabêjin ku bila dev jê berdin, belku bila biçine nava axa Îranê, çi dikin bila bikin, lê bila axa Herêma Kurdistanê bi kar nehînin, û herwisa “Mes`ûd Barzanî” serokê berê yê Herêma Kurdistanê, jî ji bo çendîn caran bi awayê fermî derheqê çalakiyên hêzên opozisyonên Îranê de gotibû ku ev di navxweyî welat de ne, lê mafê wan nine ku ji Herêma Kurdistanê hêzan ji bo navxweyî Kurdistana Rojhilat bişînin.

Hevdem “Mes`ûd Barzanî” tekez jî kiriye ku pirsgirêkên Kurdên Rojhilat dibe ji riya danûstandinan bêne çareserkirin û berpirsên hikûmeta Îranê jî dibe ku digel hêzên opozisyonên Kurd bicivin.

Li sala 1394`an, hêzên opzisyon yên Kurdên Îranê bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di navxweyî welat de dest bi çalakiyan kirine, û hikûmeta Îranê jî bi hinceta hebûna partiyên Rojhilata Kurdistana Rojhilat di nav axa Herêma Kurdistanê wir topbaran dike.