Nawenda Vêje a ‘Îlam’ê li zankoya Urmiyê, daxwaza geşe dan bi zimanê Kurdî dike

13:28 - 30 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: nawenda vêje û çandî a “Îlam” ê li bajarê Urmiyê bi veşana belavokekê bi zimanê Kurdî, di nava zankoyên wî bajarî de daxwazkarê geşedan bi zimanê Kurdî bû.

Li gor nûçeya nûçegehaniya ajansa xeberhinêriya Kurdpa li bajarê Urmiyê, vê nawendê di rojên borî de bi veşan û belavkirina parek zaf ji tirakt û agehdarî bi merema hînbûna zimanê Kurdî û tîpên latînî û aramî dest bi tekoşînek berfireh kirye. Armanca sereke a wê nawendê hînbûna zimanê dayîkî di nava xwandevan û xwandekarên zankoyên Urmiyê de ye ku ji aliyê piraniya xwandekarên Kurd yên zankoya Urmiyê ve hat pêşwazî kirin. Di kolêjên abûrî û vêjeyî û zankoyên Nazlo, Peyamnûr, Azad û xwandingehên “Behiştî” û “Tebatebayî” ve ew belavok hatin belavkirin.
Nawenda Vêjeyî a Îlamê navendek serbixwe ye ku heyamê çend salek e li bajarê Urmiyê mijûlî tekoşînên çandî ye.