Navenda Çandî Wêjeyî a Kurmanc li Urmiye tepeser kirina welatiyên Kurd li Merîwanê Şermzar kir

16:30 - 18 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Navenda Ferhengî û Wêjeyî ya Kurdmanc li bajarê Urmiyê, di pêywendî li gel boyerên çend rojên bihurî li bajarê Merîwanê, daxuyaniyek bilav kir.
Navenda Çandî Wêjeyî a Kurmanc li Zanînngehên Urmiye di nameya xwe de xwastine ku birêveberên dadgeha Merîwanê ku biryara kirineber a kincên jineka kurd bo keseke sûçbar lbihên dadgehî kirin.

Nusxeyek ji vê nameyê ku jibo ajansa kurdpa hatiye şandin em wek xwe bilav dikin.
Xelkê Birûmet ê Kurdistanê!

Welatiyên hêja!

\"12077.jpg\"
Jin, cûnek a herî mezlûm di civaka Îranê de ye. Eger jin nebe, jiyan jî nine. Bê jin, jîn jî berdewam nabe. Jin, rûmmeta civakê ye.

Weke em dizanin, di rojên bihurî de hêzên ewlekarî ên Hikûmeta Komara Islamiya Îranê bi mecbûrkirina tawanbarekî bo diberkirina kincên Kurdî ên jinan, bêrêzî li hemberî kincên Kurdî û di serî de jî bi jina Kurd û jinbûnê kirin. Gelo kincên Kurdî, û di seriya wê de jî kincên jinan ên Kurdî, ên tawanbaran in?!

\"12078.jpg\"
Em weke Navenda Çandî Wêjeyî a Kurmanc li Zanînngehên Urmiye, nerazîbûna xwe li hemberî wê kiryarê nîşan didin û bi xurtî wê yekê şermezar dikin û zêdebarî xwazyariya bidawîanîna kiryyarên bînanê wê, daxwazê jî dikin ku encamderên wê, bên cezakirin û daxwaza lêbihûrînê jî, ji neteweya Kurd bixwazin. Rast e ku li hemberî îradeya neteweya Kurd, ew kiryar çine ne, lê divê tawanbarên wê, bên cezakirin.

Navenda Çandî Wêjeyî a Kurmanc li Zanînngehên Urmiye

17-4-2013