Navên xwendekarên girevgirtî li zanîngeha “Peyamnûr”a Merîwanê eşkere bû

16:20 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: Ev xwendekarên ku bi hênceta derbirrîna nerazîtiya xwe ji rewşa cesteyî a Mihemedsidîq Kebûdvend, çalakê sivîl yê binçavkirî, girev girtibûn, navên wan belav bû.

Pêka nûçeyê gihiştî ajansa nûçegihanî a kurdpa, xwendekarên ku bi sedema derbirrîna piştîvanî ji berpirsê Saziya Mafên Mirov a Kurdistanê li roja 14’ê Pûşperê daxuyanî weşandibûn û gireva birçîbûnê girtibûn, navên wan hat belavkirin.

Navên wan ev in:

Dana Lencawayî – Ismaîl Rewangerd – Dana Rustemî – Ezîz Tazîk – Layiq Meşayêxînîya – Jîyar Selametîyan – Dana Îrandûstî – Şaho Hûşyarî – Ferhad Tebasîde – Ferhad Rawuş – Muhsin Rustemî – Mes’ûd Razîn – Aram Fethî – Nê’met Qadurî – Idrîs Îrandûstî – luqman Qadirî – Eyûb Hesenîrad – Xalid Eywaze – Behmen Îzedî – Soran Tewekkulî – Wirya Tase – Bêhzad Kerîmî

Her wisa navê 9 kes ji xwendekarên girevgirtî li ser daxwaza wan bixwe, navên wan nehatin belavkirin.

Her di vê pêwendiyê de Soran Sanişwer û Umîd Husênzade çalakên biwarên xwendekarî, bi nişaneya piştîvanî ji wan girevgirtiyan, gireva birçîbûnê girtin.

Deqa daxuyaniyê:

Xelkê bişeref û azadîxwaz ên Kurdistanê!

Îro 39 roj bi ser gireva birçîbûnê a Mihemedsidîq Kebûdvend Berpirsê Saziya Mafên Mirov a Kurdistanê li girtîgeha Êvîn li Tehranê derbas dibe û rewşa cesteyî a navbirî jî bi vê sedemê nebaş e.

Girtin û azardana kesên weke Mihemedsidîq Kebûdvend belgeyek bihêz e ji bo selmandina hovîtî û dîktatoriya desthilatdarên Îranê û xuyakerê lawaziya birêvebirina civakek dêmokrat e.

Em daxwazê li hemû saziyên navnetewî ên alîgirê mafên mirovan dikin ku piştevaniya xwe li mehkûmkirina binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rejîma Tehranê ve bikin û her wisa ji hevalê hêja, birêz Kebûdvend rica dikin ku saxlemiya xwe çavre bike û dawiyê bi gireva birçîbûna xwe bîne.

Em xwendekarên Zanîngeha “Peyamnûr”a Merîwanê tevlîbûna xwe bi refên girevgirtiyan radigehînin û gişt girtiyên siyasî ên her çar parçeyên Kurdistanê jî piştrast dikin ku hevdeng û hevalê rê û hevçeper, di gel we ne heya gihîştin bi armanca pîroz a xwe.

Xwendekarên Zanîngeha “Peyamnûr”a bajarê Merîwanê