Nasnameya 4 Kolberên birîndarbûyî yên li ser sînorê “Bane”yê hatin eşkerekirin

17:51 - 16 Tebax 2022

Roja Duşemî 24ê Gelawêjê, 4 Kolberên din yên bi navên “Yûsif Qoytasî” kurê “Xalid” xelkê bajarê “Bokan”ê “Erselan Rehmanî” kurê “Elî” xelkê bajarê “Seqiz”ê “Fazil Ehmedî” xelkê bajarê “Seqiz”ê û “Elî Abkar” xelkê bajarê “Bokan”ê bi sedema teqeya hêzên leşkerî hatin birîndarkirin.

Hêzên leşkerî di mewdayek kin de û bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan 4 Kolberên Kurd kirine.

Ew Kolberên birîndarbûyî bo nexweşxaneya bajarê “Banê” hatin veguhastin.

Herwisa Kolberek din yê bi navê “Saman Mihemedzade” temen 29 salî û xelkê bajarê “Banê”, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên li ser sînorê “Hengejal” a wî bajarî, dest û lingê wî birîndarbûne û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” a bajarê “Bane”yê hat veguhastin.