Nasnameya 15 kes li şehîdên xwenîşanderan hate piştrastkirin
Ajansa kurdpa: Di xwenîşandana xelkê nerazî di bajarên Kurdistanê de, çendîn kes ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine şehîdkirin û dehan kes jî birîndar bûne.
Piştî ku bi berdewamî li pey ketin û pêwendîgirtin digel welatiyên nerazî dli bajarên Kurdistanê de, heya niha nasnameya 15 kes li şehîdan bo Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hate eşkerebûn.
Nasnameyên wan wiha ne:
Kawe Mihemedî xelkê bajarê Ciwanrio
Mubîn Ebdulahî, xelkê Ciwanro
Yûnis Huşengî, xelkê Ciwanro-
Cebar Tucare kurê Ebdulrehman, xelkê Ciwanro-
Hemze Neqdî kurê Ezîz, xelkê Ciwanro-
Îbrahîm Muradî xelkê Ciwanro-
Îdrîs Bîware, xelkê Merîwan-
Daniyal Îstiwarî, xelkê Hanegermal ya bajarê Merîwanê
Osman Nadirî, xelkê Merîwanê-
Şaho Welîdî, xelkê Merîwan
Mêhran Tak, xelkê Merîwan-
Bêhrûz Melekî kurê Haşim, xelkê bajarê Sine û rûniştiyê Kanî Dînarî a bjarê Merîwanê-
Mizefer Zehîrî kurê Nesûr, xelkê Kirmaşan-
Şilêr Dadwend, xelka Bokanê-
Mîna Şêxî, xelka Seqizê-
Heya dema belavbûna wê nûçeyê, bi sedema qutkirina Înternetê û nebûna mediyayên azad di Kurdistanê de, amareke hûr û dirûst li hejmara şehîdan û birîndaran li ber dest nîne.