Nasnama du kes li desteserkiriyên bajarê Sinê hate eşkerekirin

18:48 - 23 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Nasnama du welatiyên ku di xwenîşandanên bajarê Sine de hatibûne desteserkirin eşkere bûn.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, du welatiyên Kurd bi navên “Reşad Mihemedpûr û Daryûş Seyarî” di nav xwenîşandanên bajarê Sine de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desteserkirin.

pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Reşad Mihemedpûr” kurê “zeman”, yê temen 35 salî û xelkê gundê “Tengîser” li cihê karê wî li taxa nayser ya ser bi bajarê Sine, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got, hêzên Îtila`atê fîlmên kamêra veşartî ya dûkanên wan welatiyan digel xwe birin e.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê li qeder û rewşa wan du welatiyan ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Heya niha amarek hûr li derheq welatiyên nerazî yên desteserkirî nehatiye bilavkirin, lê şahîdhal, çalakvanên medenî û mafê mirov bas li desteserkirineke zêde dikin.