Nasnama 2 welastiyên din ên xwenîşandanan ku hatibûne kuştinê eşkere bû

12:38 - 2 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Piştî kombûna nerazîtiyên xelkê bajarên Kurdistanê û hatine kuştin, birîndar û desteserkirina welatiyan, nasnama 2 welatiyên Kurd yên din yên xelkê bajarên Kirmaşanê û Merîwanê ku hatibûne kuştinê eşkere bûn.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, piştî derbasbûna çend rojan ji ser kombûna nerizayetiyan ve, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hemze Ferecî” kurê “Xulam”, xelkê bajarê Kirmaşanê, di bin jan û îşkenceyên karbidestên hikûmetê de canê xwe ji dest da.

Çavkaniyekî agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand ku: “Ew welatî, piştî desteserkirina wî ji aliyê karbidestên hikûmetê ve, hatiye azardan û îşkencekirinê û cihê lêdan di ser laşê wî de xuya dikir”.

Herwisa wê çavkaniyê baskir ku, “Hemze ferecî”, 2 rojan piştî berdanê bi awayekî bişik, canê xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve, nasnama welatiyekî xelkê gundê “Haneger Mele” a girêdayê bajarê Pawê û rûniştiyê bajarê Merîwanê, “Saman Basamî”, bi gulle reşandina hêzên leşkerî di wî bajarî de canê xwe ji dest dabû.

Ew welatî li roja Duyem a xwenîşandanan di bajarê Merîwanê de, hatibû Kuştin.

Bi sedema qutkirina Înternetê û tunebûna ragihandinên azad, heya niha amarekî serast di derheq kuştiyên wan xwenîşandanan de, ji ber dest nînin.