Naseqamgîr bûna rewşa ewlehî a bajarên Kurdistana Îranê

16:05 - 4 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Tewî nêzîk bûn li Salvegera Şoreşa Sala 1975 a gelên Îranê,piraniya bajarên Kurdistana Îranê kevtine bin çavedêriya tund a hêzên ewlekarî .

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa:li heyamê çend rojan derbas bûyî de seva nêzîk bûn li 9’ê Şibatê,piraniya bajarên Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên ewlekarî û nizamî hatine milîtarîze kirin û hemû hat û çûna wilatiyan li bin çavedêriya wan hêzane dene.

Di heman demê de roja Yekşem 3’ê Şibatê, rewşek ewlehî li ser bajarê Sinê hakimê û hêzên nizamî ên Komara Îslamîya Îranê li cihên giştî û kolanên wek: Meydana Înqilab,Meydana Azadî,Kolana Çwar Bax û 6’ê Behmen hatine cêhgir kirin û hemû hat û çûna xelkê xistine bin çavedêriya xwe û kontrol dikin.

\"10982.jpg\"
Komara Îslamî a Îranê tewî nêzîk bûn li 22’ê Rêbendanê)9’ê Şibat(li hind ji gundên Kurdistanê bi armanca rakêşana xelkê jibo pişikdarî di rêpêvana vê rojê de,xwarin û kincinên xorayî bi ser xelkê de bilav kirine.

Di hayamê çend rojên derbas bûyî de piraniya karbidestên ewlekarî û nizamî yên Komara Îsalamîya Îranê li ser çêbûna nerzaîbûnan û serhildana xelkê nerzaî bûna xwe anine ziman û her di vê pêywendiyê de berpirsyarê giştî ê hêzên nizamî gotibû ku dijminên me bi mifah wergirtin ji rewşa xirab a abûrî , dixwazin aloziyê li Îranê de çêkin.