Namiq Mehmûdî bi tawana ragirtina Çekan hatiye girtin

15:28 - 11 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hûkmê Namîq Mehmûdî girtiyê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê li muharibê bo hilgirtina çekan hat kêm kirin.

Çavkaniyek haydar dinava girtîgeha Recaî Şehr a bajarê Kerecê bi ajansa kurdpa ragehand: Namiq Mehmûdî yê teman 72 salî û xelkê herêma Seqizê ku di zîndana Recaî Şehr a bajarê Kerecê hatiye girtin,bi tawana hilgirtina çek û teqemeniyan hatiye tawanbar kirin û egera vê yekê heye ku li pêşerojê de bi sûça han bihê dadgehî kirin.

Berê jî di meha Şibata sala bihurî de ew girtiyê kal ku xelkê gundê “Îranşa”ya ser bi bajarê Seqizê ye ji aliyê Serdozgerê giştî yê Tehranê hatibû haydar kirin ku bi sûça dijberî tewî xwedê tê dadgayî kirin.

Girtiyê Kurd piştî 2 salan heya niha nehatiye dadgehî kirin.

Namiq Mehmûdî berwar 7’ê Nîsana sala 2012’an tewî 3’ê kurên xwe binavên Menûçêhr Bêhnam û Bêhzad û kesek din binavê Osman Qadirî ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Seqizê hatibûn girtin.