NAMEYA SERWEKIRÎ A 2 MALBATÊN HEPSÎYÊN SÎYASÎ Ê KURD Ê BI DARVEKIRINÊ HATINE MEHKÛM KIRIN

16:07 - 1 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Malbata 2 girtîyên Sîyasî yên Kurd kû bi darvekirinê hatine mehkûm kirin, di nameyeke servekirî da jibo azadî û serbest berdana korên xwe, daxwaza alîkarîyê li hemû sazî û Rêkxistinên Mafê Mirov dikin.

Elî Efşarî û birayê wî Hebîbûla Efşarî ji alîyê dozgerîya bajarê Mihabadê bi sûçê dijberî ya tewî xwedê ji rêya çalakîyên ragehandinî û Endametî di Partîyekî dijberî Komara Îslamîya Îranê, bi li sêdaredanê hatine mehkûm kirin. Hûkimê han li befranbara sala 1390 a rojî bi wan 2 zîndanîyên Kurd hatîye ragehandin û paşê jî, ji alîyê Dîwana bilind a welêt hatîye pejirandin.
Namaya Serwekirî a 2 malbatên zîndanî kû gehiştîye destê Ajansa Kurdpa yê bi wî awayî ye: Rêkxistinên Mafê Mirov, Civata Navneteweyî, Hêzên Azadîxwaz û Pêşkevtinxwaz, Gelê bi şerefê Îranê !

Her wek dizanin 2 kesên malbata me, bi bê hîç sûçekê ji alîyê dadegeha şorşê we û li dadgehkî çend deqîqeyî de bi sûçê dijberîya Xwedê û Endametî di partîyekî Kurdistanî de kû bi salane şerê çekdarî ragirtîye, bi darwekirinê hatine mehkûm kirin.

pêka zanîyarîyan rewşa saxlemî a Elî gelek xirabe û hin ji Endamên leşê wî kar nakin û li gel pêdagirîya birayê wî jibo birin bo Nexweşxanê û çareser kirna wî, ji alîyê karbidestên Zîndanê rêgirî jê hatîye kirin û bersiva wî nehatîye dan.

Em wek malbata wan 2 girtîyên Sîyasî yên Kurd, daxwazê li hemû Rêkxistinên Mafê Mirov, Civata Navneteweyî dikin kû berevanîyê ji Mafê wan 2 girtîyên Sîyasî bikin û daxwazê ji karbidestên Zindanê bikin kû jibo çareserîya rewşa saxlemî a korê wan alîkarîya wan bikin û her wiha daxwazê ji karbidestên Qezayî yên Komara Îslamîya Îranê dikin di dadgehkî berheq de ew 2 Endamên malbata me dadgahî bikin,çimkû hemû belgeyek jibo bêsûç bûna wan 2 kesan berdeste.

Niha canê wan du girtîyan li bin hereşê deye, em daxwazê ji hemû Rêkxistinên Mafê Mirov dikin kû bêne hawara wan du girtîyên Sîyasî û pêşîya karesatekî din a mirovî bigrin.

Malbata Elî û Hebîb Efşarî, 2 girtîyên Sîyasî ê bi darvekirinê hatin mehkûm kirin

10ê Sermaweza 1391 a Rojî