Nameya Mamostaek zîndanî kirî ê Kurd

13:33 - 9 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Mamostayek zîndanî kirî ê Kurd, di nameyekê de li zîndana nawendî a Zahidanê jibo hemû Nawend û Rêkxistinên nawdewletî û Mafê Mirovan bilav kir.

Mihemed Emîn Agûşî ,mamostayê Kurd ê xanenişînkirî li zîndana nawendî a Zahidanê de li nameyekê de bilav kiriye ku eger karbidestên zîndana Zahidanê û aliyên pêywendîdar ên Komara Îslamî a Îranê girîngiyê bi daxwazên min nedin,bi neçarî ezê dest bidim gireva birçîbûnê.

\"11027.jpg\"
Çelengên Mafê Mirov û Demokrasiyê li Îranê de nameya ew girtiyê siyasî bilav kirin:
Ez Mihemed Emîn Agûşî ku li zîndana nawendî a Zahidanê hatim heps kirin, heya niha min bi dehan car daxwaza mirexesiyê û vegohastinê jibo zîndanek din dikim, lê tu aliyek bersiva min nedane û eger li heyamê çend rojên pêş de bersiva min nedin û yan biryara cî bi cî kirina wan nehê dan, serbarî nexweşiya goçîlkan û her wisa çend nesaxiyên din,ezê dest bi gireva birçîbûnê bikim.

Daxwazê ji hemû rêkxstin û saziyên mafê mirovan dikim ku bi hawara min bihên û divê derheqê de pêngavên emelî havêjin.

Mamostayê Xane nişîn kirî Mihemed Emîn Agûşî
Zîndana Nawendî a Zahidanê
Şibata 2013’an