Nameya Malbata Enwer Husên Penahî Ji Bo Rêportrê Taybetî Ya Saziya Netewên Yekgirtî

12:14 - 5 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Malbata Enwer Husên Penahî, girtiyê siyasî ên Kurd bo haydarkirina saziya navnetewî ya mafê mirovan derheq rewşa Enwer nameyek pêşkeşê Ehmed Şehîd, rêportrê taybetî ya saziya netewên yekgirtî dikin.

Di nameyê de hatiye: “Pirs ew dem dest pê kir ku Enwer Husên Penahî çalakê sivîl ê Kurd û xwedî jin û zarok, 4 salan beriya niha bi buxtanek çêkirî hat destbiserkirin û biryara dervekirinê jêre derçû. Piştre bi piştevaniya navendên Mafê Mirovan û çalakên sivîl ên Yekitiya Ewrûpa, biryara îdamê bo 6 sal zîndanê hat guhertin.

Herwiha di doma nameyê de hatiye dema Eşref kurê duhem yê malbatê ku bi armanca cîbicîkirina karên birê xwe ji sine ve serdana Tehranê dike, li rê de ji aliyê çend kesên nenaskirî ve tê kuştin û tenê çavkaniya dahata me ji nav diçe.

Di beşek din ya nameyê de hatiye ku Enwer Husên Penahî û malbata wî tenê ji ber ku du kes ji endamên malbata wî li derveyî Îranê mijûlê xebat in dijî Îranê ketine bi zext û givaşan, başe ma di çi yasayek de kesek li cihê kesk din tê dadgehî kirin?!.
Name di dawiyê de bas ji rewşa xirab ya tenduustiya Enwer Husênpenahî dike û dibêje: “Rewşa tendurustiya Enwer pir xirab e û hikûmet rê nade ku serdana doktorên taybet bike. Lewra tenê hêviya me hûn in û em daxwaz ji we dikin di vê derbarê de dengê me bigehînin saziyên din ên mafê mirovan.”