Nahîd Kemanger bi danîna barimteyê hate azadkirin
Roja Şemî 6`ê Xermananê, “Nahîd Kemanger”, welatiya xelkê bajarê Kamiyaranê, bi danîna barimteyê li “kanûna îslah û terbiyet”a bajarê Sineyê hate azadkirin.
Navbirî bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî, bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirina wê ji “kanûna îslah û terbiyet”a bajarê Sineyê hate azadkirin.
Ew welatiya Kurd li heyama binçavkirina xwe de, ji çavpêkevtin digel malbata xwe û destpiragihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin û bi tenê carekê peywendiyeke kin a telefonî digel malbata xwe hebûye.
Roja Dûşemî 14`ê Pûşperê, “Nahîd Kemanger” piştî gazîkirin bo “Stada Xeberî” ya Îtla`ata bajarê Kamyaranê hatiye binçavkirin û piştî qebûlnekirina hevkarî digel hêzên ewlehî bo îtirafkirina bi zorê li dijî bavê wê “Hisên Kemanger”, li ser televizyonê, piştî ragirtineke demkî li girtîgehê de, bo “Kanûna Îsalh û Terbiyet”a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.
Di meha Xakelêweya Îsal de “Hisên Kemanger”, girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê bajarê Kamyaranê, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Se`îdî”, bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurd ên dijî hikûmeta Îranê”, bi 15 sal girtîgehê hate cezakirin û piştî nerizayetînîşandana parêzerê “Husên Kemanger”, dosyeya navbirî bo pêdaçûnê bo “Dîwana Bilind” a welat hatiye şandin.
Herwisa hevjînê “Nahîd Kemanger”, “Raşid Muntezirî” li roja Sêşemî 7`ê Banemerê, bo cîbecîkirina cezaya wî bo girtîgeha bajarê Kamiyaranê hatibû veguhastin.
Navbirî li meha Rêbendana sala 1399`an, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreşa bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî ên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha ragirtî û 2 sal girtîgeha teizîrî û bi hejmarkirina rojên berê yên binçavkirina wî, hatibû cezakirin.