“Muzefer Hekîmî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hate azadkirin

19:04 - 29 Hezîran 2021

Roja Duşemî 7`ê Pûşper, welatiyekî Kurd ê bi navê “Muzefer Hekîmî” xelkê bajarê Urmiyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayê demkî heya dawiya qonaxên dadgeha xwe, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Roja Yekşemî 30`ê Cozerdan, “Muzefer Hekîmî” piştî bi dawîhatina lêpirsînan ji girtîgeha îdareya Îtla`at a bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd roja Yekşemî 23`ê Cozerdanê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îdareya Îtla`at a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.  

Tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” hatiye ragihandin.