Muxtar Zariî dîsa bo zindana Sine hat veguhestin

21:37 - 8 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Muxtar Zariî-Çalakvanê siyasî yê Kurd li îdareya Îtilaat a Sineya rojhilatê Kurdistanê, bi zindana navendî a wî bajarî hat veguheztin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî 7`nîsana 2015`an, karbidestên Navenda Ewlekarî ya bajarê Sine, Muxtar Zariî- Çalkvanê siyasî yê Kurd ber bi zindana wî bajarî ve birê kirin.

Ew çalakvanê siyasî yê Kurd sibata zivistana sala 2014`an, bo zindana navendî a Sine hat veguhestin û bi dûre 24`ê adara evsal jî, dîsa bi îdareya Îtilaat a bajarê navborî hat bangkirn ku dubare ew ber bi zindanê birê kirin.

Heya niha hukmê dozgeriyê derbareya azadkirin yan dirêj kirina dema binçavkirina wî çalakvanê Kurd, nehatiye zelal kirin.

\"25864.jpg\"
Muxtar Zariî çalakvanê siyasî yê Kurd bo zindana Sine hat birê kirin
Pêştir çavkaniyeke agah a nûçeyan peyamnêrê Kurdpa re gortibû: Murxtar Zariî bi têkdana ewlekariya giştî ya Îranê ji riya nivisîna li ser torên civakî hatiye mehkûm kirin.

Yek ji xizmên navborî jî peyamnêrê Kurdpa re gotiye ku Muxtar Zariî bi sedema belavkirina nivîs (gotare) ekî li ser Facbookê, derbareya darvekirina çalakvanên siyasî di Îranê de, (sala 2013`an) li darizandineke 1 deqîqeyî de, hatiye mehkûm kirin.

Pêştir jî Muxtar Zariî bi tevlîhev kirina ewlekariya giştî ya Îranê, ji aliyê dozgeriya bajarê Sine ve bi 1 sal cezayê hepsa bi Mercên Dubare kirina ceza (telîqî) bo 5 salan hatibû mehkûm kirin.