Muxtar Zarî bangî dozgeriyê hat kirin

21:21 - 12 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Muxtar Zariî çalakvanê siyasî yê Kurd di têkilî ligel doseya beriya niha bi 6 salan, li zindana navendî ya Sineya rojhilatê Kurdistanê, bangî dozgeriya wî bajarî hat kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja şemî bervar 11`ê nîsana 2015`an, Muxtar Zarî di peywendî ligel doseya çûna ser gora Îbrahîm Lutfullahî yê Ku beriya niha bi çend salan bin eşkenceyên hikûmeta Îranê de, li zindanê jiyana xwe jidest dabû, bi dozgeriya Şoreş (înqilab) a bajarê Sine hat veguhestin.

Jêdereke agah li ser vê pirsê peyamnêrê Kurdpa re got:Dadgeha Şoreş (înqilab) a Sine sala 2011-2012`an hukmê doseya Muxtar Zarî destnîşan kirbû ku di encamê de duh ev hukim da sekinandin.
\"25920.jpg\"
Muxtar Zarî di peywendî ligel doseya 6 sal pêş bangî dadgehê hat kirin
Wê çavkaniya nûçeyan di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê jî kir ku di wê doseya nû de du tometên “Têkdana ewlekariya giştî” û “Propagandayên dij bi sîstema Îranê” jî bi Muxtar Zarî nisbet hatine dayîn, lê hîna li ser wê pirsê ew nehatiye darizandin.

Di dawîyê de heman jêderê eva jî bilêv kir: Di demekê de ku duh mehek bi ser binçavkirina Muxtar Zarî re derbas bû, lê hîna dozgeriyê tu biryarek li ser azakirina bi barmte yan dirêj kirina dema binçav kirina navborî de negirtiye.